ANKARA
Alîkarê Serokwezîr Bulent Arinç wiha got: "Mixatabê pêvajoya çareseriyê, pirsgirêka kurdan û nûnerê kurdan tenê HDP nîne."
Arinç li navenda giştî ya HUDA-PARê çû serdana Serokê Giştî yê HUDA-PARê Zekeriya Yapicioglu.
Arinç bal kişand ser bûyerên ku di 6-7-8ê cotmehê da qewimîn û wiha got: "Mixabin hin eşqiyayên ku di destê wan da çek û molotof hebûn welatiyên me qetil kirin. Mal, can û ewlehî kete talûkeyê. Wesaîtên kamûyê û avahî hatin talankirin û însanên me yên wek Yasîn Boru hatin qetilkirin. Ez dîsa sersaxiyê didim û rehma Xwedê ji merivên ku hatin kuştin ra dixwazim."
Serokê Giştî yê HUDA-PARê Zekeriya Yapicioglu jî destnîşan kir ku pêvajoya çareseriyê şefaf nîne û wiha dewam kir: "Raya Giştî nayê agahdarkirin û di pêvajoyê da tenê PKK, Îmrali û HDP wek mixatab tê dîtin û ev jî xelet e. Divê pêvajo ji hemû terefan ra vekirî be. Em hêvî dikin ku tu tişt tarî nemîne."
Alîkarê Serokwezîr Arinç bal kişand ser rola HDPyê ya di pêvajoya çareseriyê da û wiha dewam kir: "Em dixwazin parlementerên HDPyê wek hêzeke siyasî di pêvajoyê da deynin dereke girîng, lê heger ew çekan red nekin wê rola wan a di vê pêvajoyê da zêde tunebe. Ji ber vê jî divê em di vê pêvajoyê da bi kesên ku gotinên wan hene ra bên bal hev û di nav hevakriyê da bin."
- "Tenê HDP nûnerê kurdan nîne"
Arinç li ser pirsa "Hûn do bi HAK-PARê ra û îro jî bi HUDA-PARê ra hatin bal hev, HDP rexneyeke wiha dike ku hîkûmet dixwaze di pêvajoyê da me li derve bihêle, rewşeke wiha heye yan na?" wiha got: "Min rexneyeke wiha nebihîstiye. Heger ev tê rexnekirin wê hingê em karekî baş dikin. Mixatabê pêvajoya çareseriyê, pirsgirêka kurdan û nûnerê kurdan tenê HDP nîne. Divê hemû dinya vê bizanibe. Ne tenê ji bo pêvajoya çareseriyê, ji bo hemû meseleyên Tirkiyeyê em mecbûr in ku partiyên siyasî mixatab bibînin."
Arinç destnîşan kir ku HUDA-PAR neketiye nav kar û barên îllegal û çek û tundî tercih nekiriye û wiha dewam kir: "Însan du zimanan diemilîne, yan zimanê siyasetê yan jî zimanê tundiyê. Ev partî zimanê siyasetê diemilînin, lê HDP nikare navberê bike nav xwe û çek û tundiyê. Di vê pêvajoya çareseriyê bar dikeve ser milê partiyên din jî. Ji ber vê jî em nikarin partiyên din li derva bihêlin. Gelê me îtibarê dide van partiyan. Parlementerên wan tunene, lê mesele ne hejmar e taybetî ne. Em ê bi hemû partiyan ra biaxivin. Divê parlementer tenê neçin Îmraliyê, peyamên Îmraliyê nebin Qendîlê. Divê her kes karê xwe bike û dest bavêje meseleyê da ku bi rêyên siyasî çareser bibe."