MARDÎN
Hevserokê Giştî yê HDPê Selahattîn Demirtaş der heqê operasyona "rêxistina paralel " a ku navenda wê Stenbol bû de diyar kir ku cimaetê jî heman tişt aniye serê wan û wiha pê de çû: "Cimaetê heman tişt anî serê me? 10 hezar hevalê me bi qasî 5 salan di girtîgehan de darizandin. Rojname û televizyonên we hêj hevalên me nû hatibûn binçavkirin fermana wan a îdamê didan. Binêrin roj di serê de derbas bû û îro heman tiştî tînin serê we jî."
Demirtaş li Mêrdînê beşdarî Kongreya Asayî ya 1emîn a Rêxistina Bajar a HDPê ya Mêrdînê bû û bûyerên ku di 19-26ên kanûna 1978an de li Kahramanmaraşê qewimîn bibîrxist û diyar kir ku îro 36emîn salvegera wan bûyeran e û wiha pê de çû: "Di nav 5 rojan de 110 elewî hatin qetilkirin û bi hezaran ji wan jî birîndar bûn. Hin ji wan jî sirgûn kirin. Em qirkirina li Maraşê şermezar dikin û lenetê lê tînin. Ji bo merasima biranînê Walîtiyê destûr neda."
Demirtaş ji bo operasyona "rêxistina paralel" a ku navenda wê Stenbole jî di rojeva xwe de bi cih kir û wiha dewam kir: "Binêrin îro her du bi hev ketine. Em nabêjin 'qenc û xweş' û em ê nebêjin jî. Cimaetê heman tişt anî serê me? 10 hezar hevalê me bi qasî 5 salan di girtîgehan de darizandin. Rojname û televizyonên we hêj hevalên me nû hatibûn binçavkirin fermana wan a îdamê didan. Binêrin roj di serê de derbas bû û îro heman tiştî tînin serê we jî. Ez bi taybetî dixwazim bi rojnameya Zamanê û televizyona Samanyolûyê bibîrbixim ku dema Serokên me yên şaredariyan li meqamên xwe dihatin binçavkirin rojname û televizyona we digot 'rêvebirên KCKê û teror hatin binçavkirin' û bi wî awayî weşanê dikirin. Binêrin di serê de wext derbas bû û îro heman tişt hat serê we. Heqaretê li parêzerên we dikin. Li ber dadgehan polês mûdaxaleyî we dike. Niha cimaet ji van hemûyan lêborînê dixwaze. Îro tiştên ku li we tê kirin heman tiştan AKPê li me jî kir. Doza Ergenekon û Balyozê jî heman tiştin."
"Divê cimaet lêborînê bixwaze
Demirtaş diyar kir ku midûrê ewlehiyê yê cimaetê yê ku li Sêrtê operasyonên ser KCKê birêve dibir duh li Stenbolê hat binçavkirin û wiha pê de çû: "Binêrin ev kar wiha dimeşin. Divê cimaet derkeve û lêborînê bixwaze û xwe rexne bike. Bila qala sûc û gunehên ku di wê demê de çawa kiriye bike. Li Tirkiyeyê bêhiqûqî cara ewil li hemberî wan nayê kirin û bila wisa jî tevnegerin. Birêmin ev pergal bi salan e wiha ye. Yê kumpasê herî baş zanin hûn in. AKP û Fetûllah Gulen milê xwe dan hev û bi salan van tiştan kirin. We bi sala li hemberî dizî û gendeliyê dengê xwe dernexist û veşart."
Piştî axaftina Demirtaş hilbijartin bi yek lîsteyî hat kirin û ji bo Serokatiya Bajar a HDPê Mûsa Alkan hat hilbijartin.