02 Cotmeh 2017•Rojanekirin: 02 Cotmeh 2017
TBMM
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan eşkere kir ku Sererkan Orgeneral Hulusî Akar çû Îranê.
Erdogan di resepsiyona sala nûya ya qanûndayînê ya ku li TBMMê hat lidarxistin de silav da fermandarên hêzan.
Erdogan demekî bi Fermandarê Hêzên Bejayê Orgeneral Yaşar Guler, Fermandarê Hêzên Asîmanî Orgeneral Hasan Kuçukakyuz, Fermandarê Hêzên Behrê Koramîral Adnan Ozbal û Serokê Duyemîn ê Sererkaniyê Orgeneral Umît Dundar re demekî sohbet kir û got ku "Sererkanê me çû Îranê."
Erdogan got ku "Em her dem ji bo her tiştê amade bin" û fermandaran jî gotin ku "Em amade ne."
- "Dê roja pênçşemê bi Birêz Bahçelî re hevdîtineke min çêbe"
Serokomar Erdogan li ser pirsa "Gelo hûn plan dikin ku di mijara Bakurê Iraqê de lûtkeya serokan bikin an na?" berisva "Dê roja pênçşemê bi Birêz Bahçelî re hevdîtineke min çêbe. Pişt re jî li gor wê bi vexwendina Birêz Kiliçdaroglu em ê qeneatên wî yên di vê mijarê de jê bistînin. Em ê van qeneatan jî xurt bikin û pêvajoya xwe ya di vê mijarê de jî dewlemend bikin."
- "Em ê li ser mijara Bakurê Iraqê jî hevdîtin bikin"
Serokomar Erdogan der heqê ziyareta Îranê de jî got ku "Civîna konseyê ya stratejîk a ast bilind e. Lê di nav vê de niha rewşa Bakurê Iraqê ya ku niha aktuelîtaya wê gelekî zêde ye heye. Em ê li ser mijara Bakurê Iraqê jî biaxivin. Hem bi Birêz Rûhanî re hem jî bi Birêz Hamaney re dê hevdîtinên me çêbin. Piştî van hevdîtinan dê ji bo pêvajoyê nexşerêyeke cidî derkeve holê û em ê bi wê re vegerin."