Türkan Tosun
02 Cotmeh 2017•Rojanekirin: 02 Cotmeh 2017
ANKARA
Serokwezîr Yildirim: "Qedera hemû welatan bi hev va girêdayî ye. Ji ber vê, ji bo çareserkirina pirsgirêkan divê bi hev re çare bên dîtin. Bi hin pêşdarazan ve girtina deriyan, qewirandina welatekî û hevkariya bi welatekî din re, ji bo aştî û biratiya herêmî nabe alîkar."
Yildirim: "Tu dewletek nikare bi karmend û xebatkarên qamûyê yên ku jê re ne sadiq in re li ser piyan bimîne. Mînaka herî nêzîk ew e ku herdu Almanya bûn yek. Dema Almanyaya Rojhilat gihîşte Almanyaya Rojava di nav rojekê de karê 500 hezar xebatkarên qamûyê hat betalkirin. Tu kesî Almanya protesto nekir. Tu kesî der barê vê de ji Almanyayê re tiştek negot. Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê got " Rast e, tu dewletek nikare bi karmend û xebatkarên qamûyê yên ku jê re ne sadiq in li ser piyan bimîne" û gotin qedand. Mixabin li vir li hemberî Tirkiyeyê dualî tevdigerin û em ji ber vê xemgîn in. Kî çi dibêje bila bibêje, Tirkiye dewleteke hiqûqê ye. Kê çi kiribe jê re namîne. Di nav dewletê de, darazê de, artêşê de, polêsan de, burokrasîyê de hewldana ji bo paqijkirina kesên ku eleqeya wan bi derbeyê re heye mafê tebîî yê dewletê ye."
Serokwezîr Yildirim: "Ji bo hizûr, îstiqrar û aştiya civakî ya herêm û welatên me ya ku divê em bikin ew e ku; em guh bidin gaziya welatiyê xwe, bi hev ra bixebitin. Divê bibe wezîfeya her hikûmetê ku li gor guhertin û şert û mercan ji mirovên me ra derfeta karekî ku tê da bixebitin amade bikin."