Ekip
08 Cotmeh 2025•Rojanekirin: 09 Cotmeh 2025
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan destnîşan kir ku êrîşên Îsraîlê yên binpêkirina hiqûqê wekî lekeyeke reş derbasî dîrokê bûye û got, "Kirinên Îsraîlê ne berevaniya rewa ye, lê jenosîda plankirî û teror e."
Serokomar Erdogan dema vegera ji serdana Azerbaycanê di nava balafirê da rojev nirxand û bersiv da pirsên rojnamevanan.
Serokomar Erdogan bal kişand ser Plana Xezeyê ya Serokê DYAyê Donald Trump û got, "Di vê pêvajoya da em bi Hamasê ra her tim di têkiliyê da bûn. Niha em dîsa di têkiliyê da ne. Hem di ziyareta xwe ya Amerîkayê da û hem jî di peywendiya xwe ya bi têlefonê ya dawîn da, me ji Brêz Trump ra îzeh kir ku li Filistînê çareserî çawa pêkan e. Tika ji me kir ku em bi taybet bi Hemasê ra têkevin peywendiyê û wê qanî bikin. Em jî demildest bi mixateban ra ketin peywendiyê. Hemasê bi bersiva xwe va ji me ra îfade kir ku ji bo mizakereyan amade ye. Ev li gorî min gaveke pir bi qîmet e."
- "Gelekî giring e ku Xeze weke parçeyekî Filistînê bimîne"
Serokomar Erdogan bal kişand ser çareseriya du dewletî û got, "Li ser esasê çareseriya dudewletî em ê hewl bidin pirsgirêka Îsraîl-Filistînê ji holê rakin. Gelekî giring e ku Xeze weke parçeyekî Filistînê bimîne. Her wiha giring e ku Filistînî Xezeyê birêva bibin."
Serokomar Erdogan anî ziman ku wekî Tirkiye ji destpêka kêliya birêketina Fîloya Sumûdê ya Kurewî û pê va wan bi dron û keştiyên xwe va pêvajo ji nêz va şopand û got, "Roja yekşemê hema bêje min serê sibehê heta êvarê dîmenên ku Akinciyên me bi dest xistin temaşe kir ku Fîloya Sumûdê li ku derê çi kiriye û di çi rewşê da ye."
- "Kirinên Îsraîlê ne berevaniya rewa ye, lê jenosîda plankirî û teror e
Erdogan destnîşan kir ku êrîşên Îsraîlê yên binpêkirina hiqûqê wekî lekeyeke reş derbasî dîrokê bûye û got, "Kirinên Îsraîlê ne berevaniya rewa ye, lê jenosîda plankirî û teror e. Pêşîniya me ew e ku agirbesteke bilez û berfireh demildest pêk bê. Divê pêşiyê ev çêbibe. Pêwîst e ku alîkariya mirovî demildest bigihêje Xezeyê."
Serokomar li ser mijara F-35an wiha got, "Me di hevdîtina xwe ya bi Birêz Trump ra, di vî warî da peyamên erênî hildan. Me mijara F-35an bi awayekî eşkere û zelal anî ziman. Ji bo ku gavên berbiçav bên avêtin hevdîtinên teknîkî didomin. Em hêvî dikin ku hem mijara F-35an çareser bibe û hem jî mueyîdeyên CAATSAyê bên rakirin. Birêz Trump got, 'Pirsgirêka Halk Bankê ji bo me kuta bûye'. Ev beyana îradeyeke siyasî ya girîng e, ji bo me jî bi qîmet e."
- "Yên ku berê xwe bidin Enqere û Şamê ewê qezenc bikin"
Serokomar Erdogan tekezî kir ku divê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) li ser sozê xwe bisekine. Yekbûna xwe bi Sûriyeyê ra temam bike û got, "Yên ku berê xwe bidin Enqere û Şamê ewê qezenc bikin. Îtifaqa Tirk, Kurd û Ereb li herêmê mifteya aşitî û aramiyê ya hetahetayî ye."