Dinya

Ji ber êrîşên moşekan ên Îranê li gelek herêmên Îsraîlê sîrenan lê xist

Burak Dağ  | 29.03.2026 - Rojanekırın : 29.03.2026
Ji ber êrîşên moşekan ên Îranê li gelek herêmên Îsraîlê sîrenan lê xist

Quds

QUDIS (AA) - Piştî du bersivdayînên Îranê li Qudsa Rojhilat a dagirkirî û li gelek herêmên giştiyê Îsraîlê sîrenan lê xist.

Li gor daxuyaniya ku ji artêşa Îsraîlê hat dayîn, ji bo pêşîlêgirtina moşekên ku li gorî tesbîtê ji Îranê hatin avêtin, pergalên parastina esmanî ketin dewrê.

Li herêmên ku di binê tehdîda bersivdayînê da ne, peyama hişyariyê ji têlefonên destan ra hat şandin û ji Îsraîliyan hat xwestin ku heya danezaneke duyemîn ji sitargehan dernekevin.

Nûçegihanê AAyê yê li herêmê ragihand ku piştî bersivdayîna Îranê li Qudsa Rojhilat a dagirkirî sîrenan lê xist û li esman dengê teqînên tund hatin bihîstin.

Rojnameya Yedioth Ahronotê jî piştî bersivdayîna Îranê ragihand ku digel bajarên naverast û başûrê welêt yên Aşdod û Ramleyê, li herêmên Rehovot, Gedera, Modiin û Behra Mirî jî sîren ketin dewrê.

Hat gotin ku moşekên Îranê li bakurê welêt jî ketin.

Li gor çapemeniyê Heyfaya li bakurê Îsraîlê di serî da li herêmên Celîle û Karmelê jî sîrenan lê xist.

Artêşa Îsraîlê jî di daxuyaniya xwe da ragihand ku digel Îranê, Hizbullahê jî di heman demê da moşek avêtin bakurê Îsraîlê.

Di daxuyaniyê da hat ragihandin ku pêşî li ber êrîşa Hizbullaha Libnanê hat girtin, lê moşekên Îranê li eraziyan ketin.

Li gor daxuyaniya Stêrka Gevez a Dawud a serwîsa alîkariya acil a Îsraîlê, di êrîşa moşekan da heta niha tiştek bi kesî nehat.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.