Dinya

Hêzên ewlekariya Sûriyeyê xwe amade dikin ku di çarçoveya rêkeftina bi YPGyê ra têkevin bajarê Qamişloyê

Ömer Koparan, Muhammed Karabacak  | 03.02.2026 - Rojanekırın : 03.02.2026
Hêzên ewlekariya Sûriyeyê xwe amade dikin ku di çarçoveya rêkeftina bi YPGyê ra têkevin bajarê Qamişloyê

Haseke

Di çarçovceya rêkeftina hikûmeta Sûriyeyê û rêxistina terorê YPGyê da hêzên ewlekariya navxweyî amadekariyê dikin ku bikevin bajarê Qamişloyê yê parêzgeha Hesekeyê.

Konvoya ewlekariyê ya Wezareta Karên Navxweyî ya Sûriyeyê ji bo derbasî nav bajarê Qamişloyê yê di bin dagiriya YPGyê da bibe, li gundê Til Barakê kom bû.

Hêzên ewlekariyê yên ji qedera 20 wesayîtên eskerî pêk tê, di çarçoveya rêkeftinê da berê xwe da bajarê Qamişloyê.

Di çarçovceya rêkeftina hikûmeta Sûriyeyê û YPGyê da hêzên ewlekariyê yên Sûriyeyê duh derbasî nav navenda parêzgeha Hesekeyê û her wiha gundê Şuyukê yê Eynulereba navçeya Helebê bûbûn.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın