Serokomar Recep Tayyîp Erdogan li Qesra Çankayayê Wezîrê Parastinê yê Dewletên yekbûyî yên Amerîkayê Chûck Hagel qebûl kir.
Hevdîtina ku li qesrê hat kirin saetek û 10 deqîqe dewam kir.
Wezîrê Parastinê Îsmet Yilmaz û Misteşarê Wezareta Karên Derve yê Tirkiyeyê Ferîdûn Sînîrlîoglû jî di dema qebûlkirinê de cih girt.
Ross Wîlson ê ku berê Serbalyozê DYAyê yê Enqereyê bû û niha jî maslahatguzarê Serbalyozxaneya DYAyê ya Enqereyê ye jî bi Hagel re beşdarî civînê bû.