Mehmet Tosun
16 Mijdar 2022•Rojanekirin: 17 Mijdar 2022
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan ku ji bo Civîna Pêşengên G20î li girava Baliyê ya Endonezyayê ye, gelek hevdîtin kirin.
Erdogan pêşiyê li Baliyê bi Serokê Dewleta Endonezyayê Joko Widodo ra hevdîtin kir.

Serokomar Erdogan bi Serokê Dewleta Çînê Şi Cinping, Serokwezîrê Hindistanê Narendra Modi, Serokomar Fransayê Emmanuel Macron, Serokê Dewleta Mîrektiyên Yekbûyî yên Ereb Mihemed bîn Zayed Al Nahyan ra cuda cuda sohbet kir.

Erdogan bi Serokwezîra Îtalyayê Giorgia Meloniyê ra jî piştî hat hilbijartin cara ewil hevdîtin kir.

Serokomar Erdogan di çarçoveya civînê da bi Serokê Amerîkayê Joe Biden ra jî hevdîtin kir.

Serokomar Erdogan di çarçoveya civînê da bi Serokomarê Fransayê Macron ra jî hevdîtin kir.
Erdogan bi Serokwezîrê Almanyayê Olaf Scholz, Prensê Welîehd ê Erebistana Siûdî Mihemed Bîn Selman ra jî hevdîtin kir.

Bi beşdariya Serokomar Erdogan li Baliyê "Civîna Pêşengên MIKTAyê" hat kirin.
Pêşengên Meksîka, Endonezya, Koreya Başûr û Awistralya jî beşdarî civînê bûn.