24 Sibat 2016•Rojanekirin: 24 Sibat 2016
MECLIS
Ravepirsa ku HDP der heqê Wezîrê Karên Navxweyî Efkan Ala da dabû di Lijneya Gişkî ya Meclisê da nehat qebûlkirin.
Di Lijneya Gişkî da piştî axaftinan HDPê der heqê Wezîrê Karên Navxweyî Efkan Ala da bi îdiaya "li ciyên ku lê qedexeya derketina derva hene hilnedana tevdîran" ravepirs da Meclisê û xwest ku di rojevê da bê nirxandin.
Di dengdayînê da nehat qebûlkirin ku ravepirsa der heqê Ala da bê rojevê.