24 Sibat 2016•Rojanekirin: 25 Sibat 2016
ANKARA
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan di civîna Mixtaran a 21an a ku li Kuliyeya Serokomariyê hat kirin da wiha got: "780ê hezar kîlometreqere erdên welêt sînorê me ye. Tu heqekî me tune ku ji santêmekî jî feda bikin. Heke em têkevin xefletê û yekîtiya erdên welêt têxin xetereyê wê çaxê cangoriyên me yê ji me gilîdar bin."
- "Çi hewce ye wê bê kirin"
Serokomar Erdogan li ser fezlekeyên der heqê parlementerên HDPê da wiha got: "Ev fezleke dibê di teregên parlementoyê da nerizin. Di parlementoyê da dibê ev toz negirin, dibê çi hewce ye bê kirin. Parlementoyê ka dijî van helwesteke çawa nîşan bide, milet jî dibê viya bibîne."
- "Kesên ji rêxistina terorê ra çekan dibin bi xwe terorîst in"
Serokomar Erdogan got ku kesên ji rêxistina terorê ra çekan dibin bi xwe terorîst in û wiha pê da çû: "Parlamenterê ku bi wesayîta xwe va çekan dibe rêxistina terorê, di sitargehên rêxistinê da ji terorîstan ra dibe mertalê zindî, mala xwe dide terorîstan, di hemû çalakiyên rêxistina terorê da li herî pêşiyê cih digre ne parlementer e, bi xwe terorîst e."
- "Ma guhnedayîneke wiha dibe"
Serokomar Erdogan bal kişand ser têkiliya di navbera PKK û PYDyê da û wiha got: "Dibê êdî her kes vê rastiyê qebûl ke ku PYD/YPG baskekî PKKyê ye û rêxistineke terorê ye. Jixwe ji mêj va em ji vî beled in. Ji bo ku ev rêxistina terorê wekî rêxistineke terorê were qebûlkirin, îllim PKK/PYD dibê bombeyên xwe ne li Enqereyê, lê li paytextên din bidin teqandin? Ma bêwijdanî û guhnedayîneke bi vî rengî dibe?"
- Henekên xwe bi aqilê dinyayê dikin
Serokomar Erdogan axaftina xwe wiha domand: "Divê ev komedî, ev lîstika pêkeniyê bidawî bibe. Ji rêxistineke ku dibêje 'Ez ligel PKKyê tevdigerim' ra ku bêjin 'Na, eleqeya te û PKKyê tune', ev gotin him bi hişê me û him jî bi hişê hemû dinyayê ra tinazkirinek e. Mafê tu kesî tune ku tinazan bi me bike."
- "Kurd birayên min in"
Serokomar Erdogan der heqê kurdan da jî wiha got: "Kurd welatiyên min in, birayên min in. Tu pirsgirêkeke me bi gelê kurd ra tune, pirsgirêka me bi terorîstan ra ye. Terorîst dibe ku ji nav welatiyên min ên kurd jî derkeve dibe ku ji nav welatiyên min ên din jî derkeve. Em vê gelekî rind dizanin."
- "Li ortê rewşeke giran heye"
Serokomar Erdogan agirbest li Sûriyeyê jî nirxand û wiha axiv: "Li Sûriyê ji bo agirbestê lihevkirin çêbû, ev erênî ye. Em jî piştgiriyê didin agirbesteke ku birayên me yên sûriyeyî lê rehet bin. Lêbelê bi vê agirbestê va piştgiriyeke eşkere û xurt didin rejima Esed ku li welatê xwe bû sedema qetla nîv milyon welatiyê xwe û hêzên ku piştgirê Esed in. Lê ji aliyekê va jî di mijara mixalifan da zimanekî nakokî tê bikaranîn, ev jî dibe sedema fikarê. Heke Rûsya, rejima Esed û PYD/YPG tesbît bike ku li herêmê kê ji kîjan koma mixalefetê ye, ev zehmet e û dide nîşan ku li meydanê rewşeke wehîm heye. Cellad û qurbanan tînin dikin wek hev û kontrolê jî didin destê celladan. Întibayeke wiha wê bibe sedema rûdanên trajîktir. Ji bo vê em bi fikar in."