ANKARA
Alîkarê Serokwezîr Beşîr Atlay der barê "Pêşnûmaya Zagonê ya Çarçoveya Pêvajoya Çareseriyê" de got: "Di Zagona Pêvajoya Çareseriyê de li gor çekdanîna endamên rêxistinê gav hatin avêtin. Ev jî di çarçoveya pêvajoya vegera mal û siyasetê, tevlêbûna jiyana sosyal, aheng û rehabilîtasyonê de gavên hewcedar in."
Alîkarê Serokwezîr Atalay daxuyanî da nûçegihanê AA û TRTê û got ku pêşnûma ji 6 bendan pêk tê.
Atlay destnîşan kir ku mebesta vê pêşnûmayê ew e ku teror biqede û yekîtiya civakê xurt bibe.
Atalay got ku di benda duyemîn a pêşnûmayê de gotineke wek "hikûmet di eslê xwe de xebateke wiha dike" heye. Bi vî awayî berpirsiyariyeke giştî ji hikûmetê re hat dayîn û wiha dewam kir:
"Ev xebat di eslê xwe de ji bo ku pêvajo bidome, di pêvajoyê de geşedan bên şopandin û ji bo ku kordînasyona wezaret û saziyên ku pêvajoyê re têkildar in çêbibe. Di vê mijarê de wezîfe ji hikûmetê re hat dayîn ku ji bo pêvajoyê xebat bên kirin. Bi vî awayî saziyên dewletê di çarçoveya zagonan de dê bikaribin ji bo pêvajoyê xebatan bikin. Ji bo ku pêvajoya çareseriyê bi awayekî serkeftî bi dawî bibe, benda duyemîn ji bo qadên siyasî, hiqûqî, aborî, psîkolojîk, mafên mirovan yên çandî, ewlehî, bêçekirinê ye. Ji bo ku di van qadan de xebat bên kirin, wezîfe tê dayîn."