ANKARA
Di çarçoveya biryarên ku di Civîna Lijneya Birêvebirinê û Biryarê ya Navenda AK Partiyê (MKYK) de hatin sitandin, di 3 Arîkariyên Serokê Giştî de guherîn çêbûn.
Civîn li Navenda AK Partiyê cara ewil di bin serokatiya Serokê Giştî û Serokwezîr Ahmet Davutoglu de civiya û piştî civînê, civîna çapemeniyê hat lidarxistin.
Arîkarî Serokê Giştî yê ku ji Serokatiya Çapemeniyê û Nasandinê Berpirsyar e û Berdevkê Partiyê Huseyîn Çelîk û Arîkarê Serokwezîr ê berê Beşîr Atalay bi hev re hatin hêwana civînê û daxuyaniya hevpar a çapemeniyê dan.
Çelîk diyar kir ku Civîna 112emîn a MKYKyê di bin serokatiya Serokê Giştî û Serokwezîr Ahmet Davutoglu de hat kirin û got ku di civînê de hin peywiran de guherandin hatin kirin.
Çelîk diyar kir ku ew ji sala 2009an heta niha Arîkariya Serokê Giştî yê AK Partiyê û Berdevkiya Partiyê dike û niha Arîkarê Serokwezîr ê berê Beşîr Atalay anîn vê peywirê. Çelîk got ku di hizûra çapemeniyê de sembolîk be jî xwestin ku peywirguherandinek bikin û got ji ber ku piştî min kesekî ku ji bo me hemûyan hêja ye ev peywir girt, ez serbilind im.
Atalay anîn Serokatiya Çapemenî û Nasandinê
Beşîr Atalayê ku anîn peywira Serokatiya Çapemenî û Nasandinê û Berdevkiya Partiyê jî got ku ev guherîna peywirê ji bo mi jî bû surprîzek. Atalay got ku Çelîk dê di avahiya Navenda Giştî de bi Serokê Giştî re di heman qatê de wek şêwirmendê serokê giştî karê xwe berdewam bike û got ku em dê dîsa bi hev re bin, ez ji bo peywira wî ya nû jê re serkeftinê dixwazim.
Atalay da zanîn ku di partiyê de di 3 peywiran de guherîn çêbûn û got ku ez bûm Berdevkê AK Partiyê û Arîkarê Serokê Giştî yê ji Çapemenî û Nasandinê Berpirsyar, Parlementerê Îstanbûlê Mehmet Mûş anîn Arîkariya Serokê Giştî yê ku ji Karên Aborî Berpirsyar e, Parlementera Malatyayê Oznur Çalik jî anîn Arîkariya Serokê Giştî ya ku ji Çapemenî û Têkiliyên bi Gel re Berpisryar e.
Li gor guherînên ku Atalay eşkere kirin belavkirina peywirên di partiyê de wiha ne:
"Arîkarê Serokê Giştî yê ku ji Serokatiya Karên Hiqûqî yên Siyasî Berpirsyar e Mehmet Alî Şahîn
Arîkarê Serokê Giştî yê ku ji Teşkîlatê Berpirsyar e Suleymanan Soylu"
Arîkarê Serokê Giştî yê ku ji Karên Hilbijartinê Berpirsyar e Mustafa Şentop
Berdevkê AK Partiyê û Arîkarê Serokê Giştî yê ji Çapemenî û Nasandinê Berpirsyar e Beşîr Atalay
Arîkarê Serokê Giştî yê ku ji Serokatiya Karên Derve Berpirsyar e Yasîn Aktay
Arîkara Serokê Giştî ya ku ji Karên Civakî Berpirsyar e Nukhet Hotar
Arîkarê Serokê Giştî yê ku ji Birêvebiriyên Herêmî Berpirsyar e Abdulhamît Gul
Arîkarî Serokê Giştî yê ku ji Karên Aborî Berpirsyar e Parlementerê Îstanbûlê Mehmet Mûş
Arîkara Serokê Giştî ya ku ji Serokatiya Têkîliyên bi Gel re Berpirsyar e Oznur Çalik
Arîkarê Serokê Giştî yê ku ji Karên Malî û Îdarî Berpirsyar e Nurettîn Nebatî
Arîkarê Serokê Giştî yê ku ji Serokatiya Ar-Geyê Berpirsyar e Ekrem Erdem
Sekreterê Giştî yê AK Partiyê Halûk Îpek
Atalay got ku dê endamên nû yên Lijneya Birêvebirina Navend roja duşemê saet 18.00an de civîna xwe ya ewil bikin û di civînê de xebatên der barê 5emîn Lijneya Giştî ya Asayî hevdîtinan bikin.
Atalay got em hemû dizanin ku ev roj di van mehan di ji bo Tirkiyeyê guherînên mezin çêdibin û axaftina xwe wiha berdewam kir: "Duh merasimeke nûwaze ya peywirguherandinê çêbû. Du birayan serokomariyê dewrî hev kirin û me Serokomarê xwe yê 11emîn jî duh ji balafirgehê bi rê kir."
Arîkarê Serokê Giştî û Berdevkê Partiyê Atalay got ku "Hûn hemû hem wek partî hem hikûmet bibiryarî polîtîkaya me ya der barê rêxistina paralel de dizanin. Têkoşîna me ya di wê mijarê de dê berdewam bike. Di vê mijarê de qet bêmecaliya me çênabe."
Atalay da zanîn ku dê 1ê Îlonê roja duşemê di saet 10.00an de Civîna Lijneya Wezîran a ewil a Hikûmeta 62yemîn bê kirin, di heman rojê saet 12.30an de Komcivîna AK Partiyê bê kirin û piştî komcivînê dê di saet 14.00an de dê li Lijneya Giştî ya TBMMyê de Bernameya Hikûmetê bê xwendin.
Atalay diyar kir ku piştî Civîna MKYKyê tîmeke di bin serokatiya Serokê Giştî û Serokwezîr Ahmet Davutoglu de xebatên xwe yên li ser bernameya hikûmetê berdewam dikin. Atalay da zanîn ku hevdîtinên li ser bernameya hikûmetê dê 4ê Îlonê roja Pênçşemê di saet 14.00an de li Lijneya Giştî ya TBMMyê dest pê bikin, dê 6ê Îlonê roja Şemiyê jî dengdana ewlehiyê bê kirin.
Atalay da zanîn ku dê roja duşemê di civîna ewil a parlementoyê de Nûman Kurtulmuş sond bixwe, pişt re dê di hevdîtinên li ser qanûne torbe berdewam bikin û piştî ku ev hevdîtin di 3 rojan de temam bûn dê Parlemento di 1ê Cotmehê de li gor bernameya xwe ya normal dîsa bê vekirin.
Berdevkê Hikûmetê Arinç, berdevkê AK Partiyê Atalay
Atalay got ku dê wek Berdevkê Hikûmetê Bulent Arinç Beg berdewam bike, ez dê peywira xwe wek berdevkê partiyê berdewam bikim.