07 Mijdar 2016•Rojanekirin: 08 Mijdar 2016
GAZÎANTEP
Serokê Giştî yê Partiya Doza Azad (HUDA PAR) Zekeriya Yapicioglu bi bîr xist piştî ku parlementerên HDPê hatin girtin, li Diyarbekirê êrîşa terorê hat kirin û wiha dewam kir: "Biryarên girtinê rast in an jî ne rast in, ew li aliyekî, lê pir xelet e ku heyfa wê ji gel were derxistin. Tu aliyê vê yekê nayê parastin."
Yapicioglu li Gazîantepê di otelekê da civîna çapemeniyê li dar xist û bi bîr xist ku parlementerên ku der heqê wan da lêpirsîn hebûn, çûn îfadeya xwe dan, lê parlementerên HDPyî gotin ku ew ê neçin îfadeyê nedin.
Yapicioglu wiha dewam kir:
"Der heqê wan da biryara 'anîna bi zorê' hat dayîn. 9 kes hatin girtin. Ez naxwazim li ser biryara girtina wan tiştekî bêjim. Girtin tedbîrek e, divê meriv li naveroka dosyeya wan binêre. Yagirîng ew e ku piştî binçavkirnê li Diyarbekirê minîbusek hat teqandin. 11 kes hatin kuştin, dibêjin ji 300î zêdetir birîndar hene. Xwedê şifayê ji birîndaran ra bişîne. Ez hêvî dikim ku mirin zêde nebin. Çi rast çi xelet, lê ev biryara girtinê li ser gel hatiye birîn. Ev şaş e. Tu hêleke vê nîne ku bête parastin. PKKyê êrîş hilda stûyê xwe, paşê hat înkarkirin, herî dawî jî TAKa bi ser wan êrîş hilda stûyê xwe. Ev zihniyet dema ku tiştekî ne li gorî dilê wan diqewime, destxura serî li tundûtûjiyê dide."
- Bûyerên 6-8ê Cotmehê
Yapicioglu destnîşan kir ku HDPyiyan di 6-8ê Cotmehê da bûyerên Kobanêyê kirin mahne û siyaseta çal û kortikan meşandin û bi vî awayî ketin rêya destpêka dawîlêhatinê.
Yapicioglu bal kişand ku heger şidet bête berdewamkirin, dê dawî jî nêzîk be û dê tune bin û wiha xeberda, "Di Cejna Qurbanê ya 2014an da bi hinceta êrîşên DEAŞê ên dijî Kobanêyê va li gelek bajarî bûyerên tundiyê rû dan û bêtirî 50 kesî mirin. Darizandina der barê kuştina Yasîn Boru û hevalên wî da dê îro li Enqereyê berdewam be."
Yapicioglu li ser pirsyara rojnamegeran got ku idam, sepanek e ku vegera wê tuneye û herwiha destnîşan kir ku wekî HUDA PAR ew idamê naxwazin.