SILÊMANIYE
Parlementerê Partiya Demokratîk a Gelan ê Stenbolê Sirri Sureyya Onder û Parlamentera Aştî û Demokrasiyê ya Îdirê Pervîn Buldan ji bo ku ji KCKyê bersiva nameya Ocalan bistînin, çûne Qendîlê. Wekî ku tê zanîn Abdullah Ocalan di çarçoveya "pêvajoya çareseriyê" de ji KCKyê name şandibû. Niha jî her du parlementer çûn ku bersiva nameyê bistînin û bigihijînin Ocalan.
Nûnerê Hewlêrê yê BDPê Cemal Coşkun got Onder û Buldan îro hatin HKIFyê û ji bo ku bi rêvebirên KCKyê re hevdîtinê bikin çûne Qendîlê. Coşkun diyar kir, hatine ku bersiva nameya Ocalan bistînin û wiha got:
"Em nizanin ka heyet dê kengî vegere û em wisa difirin ku seetên êvarê dê vegerin."