İbrahim Atmaca
08 Nîsan 2019•Rojanekirin: 09 Nîsan 2019
Mansur Yavaşê namzedê CHPyê ku di Hilbijartina Giştî ya Îdareyên Herêmî ya 31ê Adarê da wek Şaredarê Bajarê Mezin ê Enqereyê hat hilbijartin, mazbataya xwe hilda.
Yavaş bi Nursen Yavaşa jina xwe, Cîgirserokê Meclisê Levent Gok, Şaredarê Çankayayê Alper Taşdelen, Şaredarê Yenîmahalleyê Fethî Yaşar û Serokê Bajêr ê CHPyê Rifki Guvener ra çû Edliyeya Enqereyê û li Lijneya Hilbijartinê ya Bajêr mazbataya xwe hilda.
Yavaş piştî ku ji Edliyeyê derket, daxuyanî da û got ku Enqereyiyan ew ji 5 salan wezîfedar kir û got ku ew ê Enqereyê têxe paytextê hizûr û bereketê.
Yavaş piştî daxuyaniyê bi mazbatayê va poz da rojnamegeran û got "Aqûbet li serê Stenbolê be."