30 Tîrmeh 2016•Rojanekirin: 30 Tîrmeh 2016
ÎSTANBÛL
Di lêpirsîna der heqê teşebûsa derbeyê ya Rêxistina Terorê ya Fethullahî (FETO) de 29 karmendê Saziya Bijîşka Dadî ku di nava wan da profesor, bijîşk û pispor jî hene hatin binçavkirin.
Li gor agahiyên ku hatin bidestxistin di çarçoveya lêpirsîna ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Bakirkoyê ve tê ajotin de ekîbên Midûriya Şûbeya Ewlehiyê operasyon bir ser Saziya Bijîşka Dadî. Di operasyonê de 29 kes ku di nava wan da profesor, bijîşk û pispor jî hene hatin binçavkirin.
Ji gumanbaran 16 kes sewqî dadgehê kirin û hat ragihandin ku li saziyê lêgerîn berdewam in û dibe ku jimara binçavkiriyan zêde bibe.