30 Tîrmeh 2016•Rojanekirin: 31 Tîrmeh 2016
ANKARA
Serokomar Recep Tayyip Erdogan di weşana hevbeş ya ATV-A Haberê da derbarê 15ê temûzê hewla derbeyê ya FETO diaxive.
Serokomar Erdogan: "Dibistanên eskerî dê bên girtin. Bi girtina dibistanên eskerî dê ji hemû dibistanan, ji dibistanên pîşeyî bikarin ku bi hêsanî bikevin Dibistanên Herbê. Lê belê dê ji ser Dibistanên Herbê re saziyek hebe. Zanîngeha Berevaniya Neteweyî dê bê avakirin. Di bin Zanîngeha Berevaniya Neteweyî de dê Dibistana Herbê ya Bejayê, Dibistana Herbê ya Asîmanî û Behrê hebe. Digel van hemûyan dê tişteke din jî hebe. Kurmay, qidem ev hemû diçin. Baş e lê dê çi be? Bejayî, asîmanî, behr hemû kesên ku vir dixwînin xwendekarên lîsansê ne. Lîsansa bilind dê bikeve şûna kurmaytiyê."
- "Dê Akademiya Cendirmeyê bê avakirin"
Serokomar Erdogan: "Dê Akademiya Cendirmeyê bê avakirin. Ev akademî dê bibe navendeke perwerdekirina elemanan a cidî. Di vê pêvajoyê de pêngaveke din jî dê hemû nexweşxaneyên eskerî bi Wezareta Tenduristiyê ve bên girêdan. Wezareta Tenduristiyê dê xebat û birêvebiriya wan bi temamî bi xwe bikes."
- "Bila esker karê xwe bikin"
Serokomar Erdogan: "Tersane hemû dê bi heman awayî bi Wezareta Berevaniya Neteweyî ve bên girêdan. Bila esker karê xwe bikin. Tersane û her wekî din em dikarin wek bazara taybet vê bi awayekî serkeftîtir bi rê ve bibin di heman demê de Wezareta Berevaniya Neteweyî jî bi heman hişmendî û qabiliyetê jî dikare vê yekê bi serkeftîtir bike û şûna ku di çar salan de, pênc salan de firqateyn hilberînin hûnê bikaribûn vê di nav du salan de du sal û nîvê de hilberînin."
- "Sererkan, MÎT ev jî dê bi Serokomar ve bên girêdan"
Serokomar Erdogan: "Hemû fermandariyên hêzan dê bi Wezîrê me yê Berevaniya Neteweyî ve bên girêdan. Ne bi wezaretê ve dê fermandariyên me yên hêzan bi Wezîrê me yê Berevaniyê ve bê girêdan. Di vê navberê de niha bi serokên partiyên siyasî yên di mixalefetê re jî hevdîtin tên kirin an jî dê bên kirin, bi wan re jî heke ku bikarin bikin pakêta biçûk a destûra bingehîn, Sererkan, MÎT ev jî dê bi Serokomar ve bên girêdan. Em ê pêngaveke wiha biavêjin."
- "Hefteya bê emê bi awayekî din li ser nobedên demokrasiyê bisekinin"
Serokomar Erdogan: "Min îşev dê bi Birêz Serokwezîr re hevdîtin bikira, pêşniyazeke min a wiha heye; 'Em hefteya bê roja yekşemê (7ê tebaxê) bi awayekî din li ser vê nobeda demokrasiyê bisekinin.' Em rûmet bidinê û li wir bikin. Em li wir bi qademeya fermandariyê ya hemû Hêzên me yên Çekdar, mehtera me û bi hunermendên ku piştgirî dan vê pêvajoyê re, bi werzîşvanên xwe re li gel hev bin. Gel bila li wir li ba hev be. Em kadroyên sereke yên hemû partiyên xwe yên siyasî jî dawet bikin, em bi wan re li wir bin, li gel hev bin û bi vî awayî hemû Tirkiye hemû bi hev re peyame xwe bidin. Lezbûna pêvajoya normalîzebûnê jî ji bo welatê me gelekî giring e."