19 Mijdar 2015•Rojanekirin: 20 Mijdar 2015
DIYARBAKIR
Biryar hat dayîn ku Leyla Îmreta Şaredara Cizîrê ya berê ya ku li Diyarbekirê hat binçavkirin û bi daxwaza girtinê ew sewqî dadgehê kirin, bi şertê kontrola edlî serbest bê berdan.
Îmreta ku der heqê wê de di çarçoveya lêpirsîna ku Serdozgeriya Komarê ya Cizîrê da destpêkirin de biryara girtinê hebû û ji aliyê ekîbên Midûriya Şûbeya Têkoşîna bi Terorê re ya Midûriya Ewlehiyê ya Bajêr ve hat binçavkirin bi saya SEGBÎSê (Pergala Înformatîk a Deng û Dîmenê) îfade da Serdozgeriya Komarê ya Cizîrê.
Îmreta ku bi daxwaza girtinê sewqî dadgeha nobedar kirin bi şertê kontrola edlî û biryara qedexeya derketina derve serbest hat berdan.
Serdozgeriya Komarê ya Cizîrê bi îdiaya "Gel dijî Hikûmeta Komara Tirkiyeyê tehrîkê serhildana çekdarî bike û propagandaya rêxistina terorê, di nav gel de derxistina kîn û dijminiyê" der heqê Îmretê de lêpirsîn dabû vekirin û Îmret ji aliyê Wezareta Karên Navxweyî ve ji peywira xwe hatibû dûrxistin.