16 Mijdar 2015•Rojanekirin: 18 Mijdar 2015
ANKARA
Wezîrê Karên Derva Ferîdûn Sînîrlîoglu got: "Esed, hikûmeta nû piştî ku ava bibe û hemû rayeyên birêvebirinê dewr hilde, di nav van 6 mehên berwext da, bi şekl û dîrokeke ku li ser mitabaqat hatiye çêkirin, wê dev jê berde. Wê di hilbijartinê da nebe namzed."
-"Hilbijartineke nû wê were çêkirin"
Sînîrlîoglu diyar kir, "Piştî ku li Sûriyeyê hikûmeta nû ava bû, pêvajoyeke 18 mehan tê plankirin" û wiha dewam kir: "Di vê pêvajoyê da makezagoneke nû wê were çêkirin. Li gor wê makezagonê wê hilbijartin were kirin."
Wezîrê Karên Derva Sînîrlîoglu destnîşan kir, planeke wisa tune ye ku Tirkiye bi artêşa xwe ya bejayî bikeve Sûriyeyê û got: "Tevdîrên ewlehiyê yên ku me li dijî DAEŞê sitendine hene, dibe ku operasyon bê kirin lê di derbarê çawabûna operasyonê da ez nikarim agahiyan bidim."