ANKARA
Beriya Konferansa Cenevre 2yê ya ku dê ji bo çareserkirina pirsgirêka Sûriyeyê bê kirin, hewildanên dîplomatîk zêde dibin.
Wezîrê Karên Derve Ahmet Davutoglu, bi Wezîrê Karên Derve yê DYEyê John Kerry re li ser têlefonê der barê mijara Sûriyeyê de axivî.
Li gor agahiyên ku ji çavkaniyên dîplomatîk hat girtin Davutoglu, got ku rewşa Sûriyeyê her diçe xerabtir dibe, ew êrîşên bi varîl yên ku hêzên rejîmê li Helebê birin ser gelê sivîl nayê qebûl kirin. Li Muaddamiye û Yarmukê ji aliyê mirovahiyê ve trajediyek gel dijî. Davutoglu, destnîşan kir ku ji Cenevre 2yê re hindik ma û di vê maweyê de jî ku welatên Koma Hevalên Gelê Sûriyeyê bicivin û rewşê binirxînin dê baştir bibe.
Kerry jî got em der barê vê mijarê de wek Wezîr Davutoglu difikirin. Ji bo ku Konferansa Cenevre 2yê baş bê kirin divê hewildan bên dayîn.