Önder Beyter
03 Gulan 2017•Rojanekirin: 04 Gulan 2017
TBMM
HDP ji ber ku endametiya partiyê ya Hevseroka Giştî ya berê Fîgen Yuksekdagê hat xistin wê bona hilbijartina hevserokatiya giştî di 20ê gulanê da biçe kongreyê.
HDP ji ber ku cezayê der heqê Hevseroka Giştî ya berê Fîgen Yuksekdagê da teqez bû, parlementeriya wê hat xistin û herwiha endametiya wê ya partiyê jî bi destê Serdozgeriya Komarê ya Dadgeha Bilind a Darazê hat betalkirin, wê di 20ê gulanê da biçe kongreya derasayî.
Nayê pêşbînîkirin ku di kongreyê da rêveberiya partiyê guhertineke mezin derbas bike û herwiha wê şûna Yuksekdagê hevserokeke giştî ya nû were hilbijartin. Namzedên hevserokatiya giştî jî wê piştî civînan diyar bibin.
Cîgirseroka Koma HDPyê Filiz Keresteciogluyê di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnerê AAyê da wiha got, "Piştî betalbûna endametiya hevseroka me ya giştî, ji ber rêziknameya me ya navxweyî divê em hilbijartina hevserokatiya giştî bikin. Emê him hevseroka giştî û him jî lijneyan hilbijêrin."