Polîtîka

"Fikarên ji ber helwesta Yekîtiya Ewropayê dewam dikin"

Berdevkê AK Partiyê Omer Çelik: "Yekîtiya Ewropayê bêyî ku bi nav bike hewla derbeyê şermezar dike û ev jî fikaran zêde dike."

16.07.2019 - Rojanekırın : 17.07.2019
"Fikarên ji ber helwesta Yekîtiya Ewropayê dewam dikin"

Ankara

Berdevkê AK Partiyê Omer Çelik: "Yekîtiya Ewropayê bêyî ku bi nav bike hewla derbeyê şermezar dike û ev jî fikaran zêde dike."

Çelik li Navenda Giştî ya AK Partiyê di daxuyaniya çapemeniyê da axivî.

Berdevkê AK Partiyê Çelik der barê li Nijeryayê revandina 10 behrevanên Tirk da diyar kir Wezareta Karên Derva û yekeyên îstixbaratê bi baldarî li ser dixebitin.

Omer Çelik destnîşan kir Serokê Giştî yê CHPyê duh derketiye û dibêje 'Dozgerekî wêrek tuneye ku ev dozgerê wêrek gazî Birêz Serokomar bike?' û wiha axivî: "Tiştê ku xwestin li Marmarîsê bînin serê Serokomarê me niha jî dixwazin bi wesayeta darazê berdewam bikin. Ev şermeke mezin e. Him jî di salvegera 15ê Tîrmehê da dike."

Berdevkê AK Partiyê Çelik der barê axaftina Wekîlê Serokê Koma CHPyê Ozkoç ya li Lijneya Giştî ya Meclisê da wiha got: "Di rojeke ku divê dijî FETOyê helwesteke hevbeş bê nîşandan û bibîranîna vê berxwedanê da bi çend gotinan qala FETOyê dikin û peyra serokomarê meşrû yê Tirkiyeyê ji xwe ra dikin hedef. Ev rasterast sabotajeke siyasî ye."

Çelik balê kişand ser rageşiya di rûniştina taybet ya Meclisê da û wiha peyivî: "Di navbera rexneya siyasî û sabotaja siyasî da ferq heye. Rewşa duh qewimî jî sabotaja siyasî ye."

Berdevkê AK Partiyê Çelîk ji bona biryara tengavkirina Tirkiyeyê ya YEyê diyar kir diyar e ku ev helwesta wan ji bilî zêdekirina perçebûna li Giravê wê kêrî tiştekî neyê û got ku tu bandora vê tengavkirinê wê li ser Tirkiyeyê çênebe û wiha dewam kir: "Keştiya me ya 'Fatîh'ê, keştiya me ya 'Yavuz'ê wê wezîfeya xwe bidomînin. Em ê li wê derê parastina mafên xwe yên desthilatiyê yên nav bergeha parzemînê bidomînin"

Çelik destnîşan kir Yekîtiya Ewropayê bêyî ku bi nav bike hewla derbeyê şermezar dike û got ku ev jî fikaran zêde dike."

Berdevkê AK Partiyê Çelik der barê şewatên li daristanan da jî wiha axivî: "Hin kesên bi rêxistinên terorê têkildar in xwedî lê derketin û hin daxuyanî dan. Em bi baldarî li ser disekinin. Heger encam derkeve em ê parve bikin. Kî li pişt heye û kê kiriye niha di destê me da tu encam tunene."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.