"Li Rojhilatê Behra Sipî 3 keştiyên me hene û em ê ya 4an jî bişînin"
Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu: "Heger hûn dijî Tirkiyeyê biryarên wiha hildin em ê xebatên xwe zêde bikin. Li Rojhilatê Behra Sipî 3 keştiyên me hene û em ê ya 4an jî bişînin."
Ankara
Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu ji bona biryarên YEyê yên dijî Tirkiyeyê wiha got: "Heger hûn dijî Tirkiyeyê biryarên wiha hildin em ê xebatên xwe zêde bikin. Li Rojhilatê Behra Sipî sê keştiyên me hene û em ê ya çaran jî bişînin."
Çavuşoglu di serdana xwe ya li Makedonyaya Bakur da li Uskupê bi Nîkola Dimitrovê Wezîrê Karên Derva ra civiya û peyra di daxuyaniya çapemeniyê da axivî.
Wezîrê Karên Derva Çavuşoglu der barê biryarên Yekîtiya Ewropayê (YE) yên ji bo Tirkiyeyê da wiha got: "Ew jî dizanin ku biryarên hildane mimkûn nîne ku bi cî werin."
Çavuşoglu destnîşan kir heger dijî Tirkiyeyê biryarên wiha hildin wê xebatên xwe zêde bikin û got ku li Rojhilatê Behra Sipî sê keştiyên me hene û em ê ya çaran jî bişînin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.