Erdogan û Serokomarê Fransayê Macron li ser telefonê axivîn
Serokomar Erdogan û Serokomarê Fransayê Macron li ser telefonê axivîn. Her du serokan di axaftinê de der heqê têkoşîna hevpar a dijî terorê û geşedanên dawîn ên li Sûriye û Iraqê de nêrînên xwe bi hev re parve kirin.
Elif Orhan
15 Tebax 2017•Rojanekirin: 16 Tebax 2017
Ankara
ANKARA
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan û Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron li ser telefonê axivîn.
Li gor agahiyên ku ji çavkaniyên serokomariyê hatin bidestxistin di axaftinê de li ser mijarên herêmî sekinîn û qala têkiliyên dualî jî kirin.
Her du serokan bal kişandin ser giringiya têkoşîna dijî terorê û der heqê geşedanên dawîn ên li Sûriye û Iraqê de nêrînên xwe bi hev re parve kirin.