Nihat Kavşut
09 Gulan 2018•Rojanekirin: 09 Gulan 2018
ANKARA
Serokomar Erdogan ji bona biryara Amerîkayê wiha got: "Wê Amerîka wenda bike. Lewra hûn li gor peymana ku hatiye çêkirin tevnagerin."
Beşa ewil ya hevpeyvîna Serokomar Recep Tayyîp Erdogan ku ji CNN Internationalê da Becky Andersonê hat weşandin.
Serokomar Erdogan di daxuyaniya xwe da ji ber ku Amerîka ji peymana nukleerî ya bi Îranê ra vekişiya wiha axivî: "Wê Amerîka wenda bike. Lewra hûn li gor peymana hatiye çêkirin tevnagerin."
Erdogan diyar kir ku bi saya peymanê bi salan rewşeke erênî derket û wiha got: "Niha ev tenê tesîrê li herêmê nake wê tesîrê li aboriya dinyayê û li ser Tirkiyeyê jî bike."
Serokomar Erdogan der heqê biryara Amerîkayê da wiha got: "Peymanên navneteweyî li gorî kêfê nayên çêkirin û xerakirin. Tiştekî wiha nabe."
Hevpeyvîna Erdogan bi temamî wê îro di saet 18.00an da bê weşandin.