ÎSTANBUL
Partiya Demaokratîk a Gelan (HDP) li Qada Kazliçeşmeyê Newroz pîroz kir.
Hevserokê Giştî yê HDPê Selahattîn Demirtaş di pîrozbahiyê de axivî û got ku piştî têkoşîneke dûr û dirêj, li Tirkiyeyê rojên ku dîrok wê cardin dest pê bike û were nivîsandin, hatin.
Demirtaş destnîşan kir, divê kesên bindest dest hev bigrin, mil bidin hev û bibin yek da ku ji Edirneyê heta Hekariyê li her derê welêt ew jiyaneke ku ew dixwazin înşa bikin. Demirtaş îdia kir, kesên ku dixwazin wan bi hêza îqtidarê û derfetên dewletê ve bindest bikin hene.
Demirtaş diyar kir, kî alîgiriya aştiyê dike kî alîgiriya pevçûnê dike kifş bû û wiha dewam kir: "Vê Newrozê îsbat kir ku kî demokrasiyê dixwaze, kî yekparêzî, nijadperestiyê û dîktatoriyê dixwaze."
Demirtaş wiha axivî:
"Li kesên ku dibêjin 'Tirkiye ji min tê pirsîn, li Tirkiyeyê mirovê yekane ez im' nenihêrin. Tu yekane yî, rast e. Lê tu yê tenê bimînî. Em bi milyonan in, tu bi tena serê xwe yî. Em bi tirk, kurd, elewî, sunnî, ereb, çerkez, boşnak û ermeniyan ve bi milyonan in, tu tenê yî. 7ê hezîranê rojeke wisa ye ku jiyana paşeroja me, zarokên me, neviyên me wê li vî welatî çawa bibe, wê di vê rojê de kifş bibe. Gelo em ê paşerojeke ku tê de azadî, biratî hebe, kes ji kesî netirse, rikê kesî ji kesî neyê bixwazin an em ê mehkûmî dîktatoriya kesekî û sultaniyê bibin? 7ê hezîranê di serî de hilbijartina vê yekê ye. Encamên sandoqê wê xizmeta aştiya gel bike."
- "Em ê aştiyê bînin vî welatî"
Demirtaş got ku rêvebirên welêt mirovan tehrîk dikin û wiha dewam kir: "Hûn gotin û daxuyaniyan dibînin. Ez vê yekê bi semîmî bibêjim ku; bi tu awayî hewce nake ku meriv bitirse û panîk bike, kesên ku welêt bi rê ve dibin aştiyê naxwazin, nayê wê wateyê ku em ê jî şer bikin. Ew bixwazin jî nexwazin jî em ê aştiyê bînin vî welatî. Kesên ku dibêjin 10 madde nabin, zimanê dayîkê nabe, hûn bixwazin jî nexwazin jî li vî welatî aştiyê çêbibe. We ew 10 madde qebûl nekir, rewşeke me ya ku em agirê şer gur bikin tuneye. Em aştiyê ji bo we nakin, qusûrê nenihêrin."
- "Em ê reşbîn nebin"
Demirtaş got: "Aştî bi gotina te nîne, wê nebe jî" û wiha dewam kir:
"Kesên ku li aştiyê digerin bila li gotina Serokomar nenihêrin, bila li roniya çavên keç û xortan, li diayê dil û zimanê dayîkan binihêrin. Em ê reşbîn nebin. Çima ku me aştî û demokrasî ji her kesî zêdetir xwest, wê êrîşî me bikin. Em hêzeke wisa ne ku em ê bi tena serê xwe AKPê bidin sekinandin, wê ji ber vê jî êrîşî me bikin. Ji bo van yekan divê em bi sebr û tehemmul bibin û bersiva xwe bidin. Yên ku dixwazin provokasyonan bikin û pêvajoya hilbijartinê sabote bikin hene, bi tu awayî prîmê nedin wan."