Nihat Kavşut
02 Tebax 2018•Rojanekirin: 03 Tebax 2018
ANKARA
Wezîrê Xezîne û Darayiyê Berat Albayrak: "Em biryara Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê ku ji bona sepandinê eşkere kir qebûl nakin."
Albayrak di daxuyaniya nivîskî da destnîşan kir biryara Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê ku ji bona sepandinê eşkere kir qebûl nakin.
Berat Albayrak ji bona biryara Amerîkayê diyar kir heger xeletiya xwe dewam bikin di rewşa derkeve holê da wê tesîra li ser aboriya Tirkiyeyê û Tirkan kêm be.
Wezîr Albayrak destnîşan kir di vê pêvajoyê da hewldanên bi hemleyên spekulatîf dixwazin piyaseyan xera bikin jî wê badilhewa herin.
Berat Albayrak destnîşan kir bila guman û fikara kesî tunebe, piştî ahenga di aboriyê da wê aboriya me li ser pêşketineke saxlem û domdar ava bibe.
Albayrak di berdewamiya daxuyaniya xwe da destnîşan kir em dixwazin ev pêvajo gorî du dewletên mutefîq ku têkiliyên wan yên dîrokî hene bi hewldanên diplomatîk û erênî bigihêje encamê.