02 Tebax 2018•Rojanekirin: 03 Tebax 2018
ANKARA
Şûraya Eskerî ya Bilind ya ewil a Pergala Hikûmeta Serokomariyê bi serokatiya Serokomar Erdogan li Kuliyeya Serokomariyê civîna ewil kir.
Endamên şûrayê bi serokatiya Serokomar Erdogan re ewil çûn Anitkabîrê û paşê jî derbasî Kuliyeya Serokomariyê bûn.
Endamên şûrayê piştra beşdarî civîna Pergala Hikûmeta Serokomariyê ya ewil bûn.
Di civîna ku ji çapemeniyê ra girtî hat kirin da Alîkarê Serokomar Fuat Oktay, Wezîrê Parastina Neteweyî Hulusî Akar, Wezîrê Edaletê Abdulhamît Gul, Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylu, Wezîrê Xezîne û Darayiyê Berat Albayrak, Wezîrê Perwerdeya Neteweyî Ziya Selçuk, Sererkan Orgeneral Yaşar Guler, Fermandarê Hêzên Bejayê Orgeneral Umît Dundar, Fermandarê Hêzên Esmanî Orgeneral Hasan Kuçukakyuz û Fermandarê Hêzên Behrê Koramîral Adnan Ozbal cih girtin.
Civîn bi qasî 2 saet û nîvan dewam kir.
Alîkarê Serokomar Oktay jî di nav da Wezîrê Xezîne û Darayiyê Albayrak û Wezîrê Perwerdeya Neteweyî Selçuk jî cara ewil wek endamên Şûraya Eskerî ya Bilind beşdarî civînê bûn.
Piştî civînê berdevkê Serokomariyê Îbrahîm Kalin daxuyanî da çapemeniyê û qala biryarên hatine hildan kir.
Ji axaftina Kalin sernavên derketin pêş ev in:
"9 general/amîral derxistin rutbeyekî bilindtir, 41 albay jî derxistin general/amîraliyê."
Maweya peywira 13 generalan salekî, ya 383 albayan jî 2 sal hatin dirêjkirin.
Fermandarê Hêzên Behrê Adnan Ozbal ji bo oramîraltiyê, Fermandarê Artêşa 2yemîn Metîn Temel ji bo orgeneraliyê hatin terfîkirin.
12 general/amîral ji ber bêkadrotiyê hatin teqawîdkirin. Jimara general/amîralên ku 215 e dê bibe 244."