"Em bi biryardarî ber bi hedefa Tirkiyeya Bêteror berdewam in"
- "Em bi biryardarî ber bi hedefa Tirkiyeya Bêteror berdewam in ku Birêz Serokomarê me Recep Tayyip Erdogan û Birêz Devlet Bahçeli bi îrade û dirayeta xwe derxistin pêş"

Ankara
Efkan Alayê Wekîlê Serokê Giştî yê AK Partiyî li ser biryara rêxistina terorê PKKyê ya fesix û çekdanînê wiha got, "Em bi biryardarî ber bi hedefa Tirkiyeya Bêteror berdewam in ku Birêz Serokomarê me Recep Tayyip Erdogan û Birêz Devlet Bahçeli bi îrade û dirayeta xwe derxistin pêş."
Ala li ser hesabê xwe yê medyaya civakî der heqê biryara rêxistina terorê PKKyê ya fesix û çekdanînê da daxuyanî da.
Ala bal kişand ku di rêya Tirkiyeya Bêteror da qonaxeke pir giring hat derbaskirin û wiha got:
"Rêxistina terorê biryara danîna çekan û xwefesixkirinê daye. Qonaxeke giring ya bidawîkirin û tesfiyekirina sazûmaniyên îllegal dest pê kiriye. Di vê pêngava giring da mekanîzmayên ji bo xebatan û her wiha birêvabirina pêvajoyê pêwîst in, dê bên şixulandin. Em bi biryardarî ber bi hedefa Tirkiyeya Bêteror berdewam in ku Birêz Serokomarê me Recep Tayyip Erdogan û Birêz Devlet Bahçeli bi îrade û dirayeta xwe derxistin pêş."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.