Serokwezîr Ahmet Davutoglu got: "Armanca me bi pêvajoya çareseriyê ew e ku em, ber li cudakariyên mezhebî û yên etnîk ku li Tirkiyeyê çêdibin bigrin û cardin pisgirêkên wiha çênebin."
Davutoglu li Konyayê, beşdarî merasima vebûna Navenda Nirxandin û Ceribandinê ya Wezaretê Parastina Neteweyî bû. Davutoglu li vir axivî û destnîşan kir ku welatên ku bi hêz nebin nikarin li ser vê erdîngariya hebûna xwe biparêzin û bidomînin.
Davutoglu wiha dewam kir: "Em li ser wesfa stratejîk a Pêvajoya Çareseriyê li hev dikin, di navbera me de nakokî tunene. Ji bo gavên di vê mijarê de dê bên avêtin jî dibe ku her gav qenaetên cuda cuda bînin ziman û dibe ku her gav ev qenaet bên nîqaşkirin. Em her dem li ser van mijaran diaxifin û ew ê axaftinên me yên li ser van mijaran dewam bikin."
Serokwezîr Davutoglu diyar kir ku di mijara Pêvajoya Çareseriyê de bi awayekî bibiryar di rêya xwe de berdewam dikin û wiha got "Ez duh jî bi Birêz Serokomarê me re bi berfirehî li ser vê mijarê sekinîm, em dê dîsa li serê bisekinin. Em dê pêngavên ku hewce dikin di wextê ku hewce dike bi îstişareyan dîsa biavêjin. Divê li Tirkiyeyê tu kes di nav hêviya senaryoyeke dibêje ku li Tirkiyeyê di navbera Hikûmet û meqamê Serokomariyê de nakokî heye, de nebe. Em heta niha çawa bi hev re ji gelek pêvajoyên wek ên dijwar derbas bûne em dê ji niha pê ve jî van pirsgirêkan çareser bikin.
Armanca me bi pêvajoya çareseriyê ew e ku em, ber li cudakariyên mezhebî û yên etnîk ku li Tirkiyeyê çêdibin bigrin û cardin pisgirêkên wiha çênebin. Em li ser wesfa stratejîk a Pêvajoya Çareseriyê li hev dikin, di navbera me de nakokî tunene. Ji bo gavên di vê mijarê de dê bên avêtin jî dibe ku her gav qenaetên cuda cuda bînin ziman û dibe ku her gav ev qenaet bên nîqaşkirin. Em her dem li ser van mijaran diaxifin û ew ê axaftinên me yên li ser van mijaran dewam bikin."