07 Adar 2018•Rojanekirin: 07 Adar 2018
ANKARA
Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê ji ber parvekirinên medyaya civakî yên li ser Operasyona Çiqlê Zeytûnê der heqê Adem Geverî, Bedîa Ozgokçe Ertan û Lezgîn Botanê parlamenterên HDPê da ji ber sûcê "propagandaya rêxistina terorî" fezleke amade kir û ji bona bişînin Meclisê şand Wezareta Edaletê.
Di daxuyaniya serdozgeriyê da hat diyarkirin ji ber parvekirinên medyaya civakî yên li ser Operasyona Çiqlê Zeytûnê ku Artêşa Tirkiyeyê bo ewlehiya welêt û hizûra xelkê herêmê li Efrîna herêma Sûriyeyê di çarçoveya hiqûqa navneteweyî da dike der heqê Adem Geverî, Bedîa Ozgokçe Ertan û Lezgîn Botanê parlamenterên HDPyê da ji ber sûcê "propagandaya rêxistina terorî" fezleke amade kir û ji bona bişînin Meclisê şand Wezareta Edaletê.