Muhammet Kurşun
27 Sibat 2017•Rojanekirin: 28 Sibat 2017
ANKARA
Bi biryarnameya Daîreya Yekem a Lijneya Bala ya Dozger û Hakiman di qada edlî de 427, ya îdarî de jî 27 hakim û dozgeran cih guherand.
Li gor malpera resmî ya Lijneya Bala ya Dozger û Hakiman lîsteya hakim û dozgerên ku cih guherandin hat weşandin.
Di çarçoveya vê de di qada edlî de 427, ya îdarî de jî 27 hakim û dozgeran cih guherand. Di nava van de, di qada edlî de 88 kesên ku piştî teqawidbûnê yan jî bi daxwaza xwe ji karê xwe cuda bûn jî hene. Di qada îdarî de jî 8 kesên teqawidbûyî hene.