10 Rêbendan 2016•Rojanekirin: 11 Rêbendan 2016
ANKARA
Hat ragihandin ku Partiya Gel a Komarê (CHP) ji bo ku lêkolînê bike, wê heyeteke ji parlementeran pêk tê bişîne Diyarbekirê.
Li gor daxuyaniya CHPyê Cîgirserokê Koma CHPyê Ozgur Ozel kesên ku wê di heyetê de cih bigrin wezîfedar kir.
Parlementerê Enqereyê Murat Emîr, Parlementerê Antalyayê Niyazî Nefî Kara, Parlementerê Bursayê Orhan Saribal, Parlementerê Qeyseriyê Çetîn Arik û Parlementerên Muglayê Nurettîn Demir wê di heyetê de cih bigrin.
Hat ragihandin ku heyetê sibê here Diyarbekirê û wê li wir lêkolînan bike.