ANKARA
Alîkarê Serokwezîr Bulent Arinç der heqê êrîşên ku li dijî Anadolu Agencyê (AA) tên kirin got:
Alîkarê Serokwezîr Bulent Arinç got: "Heke Birêz Serokwezîrê me bixwaze ku bibe namzed bi ya min Birêz Gul dê rêzê nîşanî vê biryarê bide û piştgiriyê bide namzediya wî. Bi salan e hevaltiya me, hiqûqa me ya di nav partiyê de, hevaltî û dostaniya wan, rêz û kibariya wan dê wisa bibe."
Alîkarê Serokwezîr Bulent Arinç di televîzyona NTVyê de pirsên der barê rojevê de bersivandin. Arinç ji bo qedexeya Twîtterê axivî û diyar kir ku sûcên di jiyanê de sûc in divê li ser înternetê jî bibin sûc û wiha got:
"Sînorên hemû azadiyan heye. Li vir jî divê Peymana Mafên Mirovan a Ewrupayê û Dadgeha Mafên Mirovan a Ewrupayê bi taybetî ya der barê hevagahdariyê de bên qebûlkirin. Mafê tu kesî tuneye ku êrîşê jiyana mirovan bike. Ji bo vê hewce nake ku mirov wek Birêz Kiliçdaroglu yek bi yek qerekteran bijmêre. Dibêje ku 'Dadgeha Zagonê eşkere kir ku divê 140 qerekteran netirse'. Heke ku hûn 3-5 bi qerekteran twêet biavêjin dibe ku bibe sûc, dibe ku der barê namûs û heyayê de bibe."
- Hilbijartina Serokomariyê
Arinç li ser pirsa hilbijartina serokomariyê got ku dê tu carî rageşî çênebe û ev mijar dê di navbera wan de bi awayekî rehet bê çareserkirin û wiha axivî: "Heke Birêz Serokwezîrê me bixwaze ku bibe namzed bi ya min Birêz Gul dê rêzê nîşanî vê biryarê bide û piştgiriyê bide namzediya wî. Bi salan e hevaltiya me, hiqûqa me ya di nav partiyê de, hevaltî û dostaniya wan, rêz û kibariya wan dê wisa bibe."
Arinç daxuyand ku AK Partî di hilbijartinan de bi ser ketiye lê muxalefetê winda kiriye û wiha got:
"Komeke ku bi muxalefetê vê tevdigeriya jî di hilbijartinê de bi ser neket. Ji ber vê balê dikşînin hilbijartina serokomariyê ku bila serneketina wan neyê axaftin, neyê nîqaşkirin. Bi ya min divê em hê jî 30ê adarê biaxivin."
Arinç axaftina xwe wiha domand: "30ê adarê nîşanda ku rêya Çankayayê vekiriye. Rêjeya rayên RecepTayyîp Erdogan niha sedî 46an de ye. Di hilbijartinên herêmî de heke rêjeya wê wiha be ev tê wê wateyê ku bi rehetî ji sedî 50 ray e. Bi ya min heke em îro biçûyana hilbijartinên giştî me dê binê sedî 50 kêm nestanda. Heke Serokwezîrê me Recep Tayyîp Erdogan piştî 3 mehan an 5 mehan bixwaze bibe namzedê serokomariyê Birêz Serokomarê me dê li hemberî wî dernekeve."
Ji aliyê din Arinç der barê êrîşa ku li dijî Peyamnerê AAyê Abdulkadîr Nîşanci yê ku li Baybûrtê rastî êrîşê hatibû kirin de axivî. Arinç wiha got: "Azadiyên rojnamegeran divê neyên astengkirin û berhêlîkirinên wek 'Nûçegihanê AAyê ye" êrîş bikin jî divê neyê kirin. Ez bangî hemû hevalên me yên rojnameger û saziyên medyayê dikim ku bila vê êrîşa li dijî AAyê bila şermezar bikin."
Gul Serokomariyeke baş kir
Arinç diyar kir ku Gul ji 7 salan vir ve li Tirkiyeyê Serokomariyeke bibe mînak û baş kiriye û wiha got:
"Ji ber vê heke dîsa bizivire siyasetê, bi tecrubeyên xwe ve partiya ku ava kiribû ber bi serkeftinan bibe û heke di hilbijartinên 2015an de AK Partî dîsa bibe desthilat ez ji dil dixwazim ku ew bibe Serokwezîr. Lê ev bi temamî girêdayî wî ye, projeyên wî yên pêşerojê ne. Heke ew fikrên xwe ji me re bibêje ez ê jî fikrên xwe îfade bikim."