Önder Beyter
23 Hezîran 2019•Rojanekirin: 23 Hezîran 2019
Namzedê AK Partiyê yê Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê Binali Yildirim dengê xwe li Tuzlayê da û got: "Biryara gelê Stenbolê li ser ser û çavê me ye, teqez dê biryara herî rast bidin, ez ji dil bi vê yekê bawer im. Çi bi zanetî çi ne bi zanetî, heger me li hemberî birayên me yên Stenbolî û hevrikên me xeletî û neheqî kiribe bira min helal bikin."
Ji axaftina Yildirim hin sernavên derketin pêş ev in:
"Ji bo ku Stenbol bibe bajarekî cihanî, hilbijartin firsendeke girîng in ku em tecrubeyên xwe yên salan ku me li seranserê welêt bi dest xistine, bi kar bînin. Ji bo Stenbol û welatê me ev hilbijartin bira bi xêr bin.
Di kampanyayê da dibe ku dilê hinekan bişkê, dibe ku di navbera hevrikan da jî çêbibe an jî dibe ku ji welatiyên me jî dilê hinekan bişkê. Lêbelê îro roj, roja lihevhatinê ye, roja vegerandina awir û nêrînan a ber bi dahatûyê va ye."