Muhammet Kurşun
02 Hezîran 2018•Rojanekirin: 02 Hezîran 2018
BATMAN
Serokwezîr û Wekîlê Serokê Giştî yê AK Partiyê Bînalî Yildirim bangewazî li HDPê kir û got: "Bila bi eşkere PKKê nalet bikin, bi eşkereyî li dijî PKKê bisekinin, wê demê cihê wan li ser serê me û çavê me heye."
Yildirim di çarçoveya bangeşeya hilbijartinê li Batmanê axivî.
Di axaftina xwe de Yildirim bal kişand ser van xalan: "Em razî nabin ku dilê însanekî me bi tenê jî bişikê. Em nikarin razî bibin ku yek zarokekî me jî winda bibe û heyat lê reş bibe. Em însanekî xwe jî fedayî rêxistinên terorî û şebekeyên cinayetê nakin. Em kesekî ku cudakariyê bikin di nava xwe de nehewînin."
Di bangewaziya HDPê de jî wiha axivî:
"HDP ne partiyeke azad e. Di emrê Qendîlê de ye. Di emrê PKKê de ye. Ji Kurdan, ji herêmê dengan werdigire lê di emrê wan de ye. Ne daxwaz û telebên we, çiyê çi bixwaze wê dikin. Bila azad bin, bila bi eşkere PKKê nalet bikin, bi eşkereyî li dijî PKKê bisekinin, wê demê cihê wan li ser serê me û çavê me heye."
Yildirim rexne li Înce jî girt: "Namzedê CHPê dibêje ji Amerîkayê li min geriyan. Me îadeya FETO kêm û xelet xwestiye. Birêz Înce pêşî eşkere bike em bizanin. Kî ji Amerîkayê li te geriya? Ji Teksasê, Arîzonayê yan Pensîlvanyayê geriyan? Gelo ne FETOyiyekî ku Amerîkayê wek welatê xwe qebûl dike li te geriyabe? Tu bi gotina kê bêbextiyê dixî stûyê Serokkomarê vî welatî? Eger tu dixwazî rastiyê bizanî here Wezareta Edaletê, bila belgeyan nîşanî te bide."