01 Gulan 2017•Rojanekirin: 01 Gulan 2017
DELHIYA NÛ
Serokomarê Hindistanê Pranab Mukherjee bi merasimeke fermî va Serokomar Recep Tayyîp Erdogan pêşwazî kir.
Erdogan dema hat Qesra Serokomariyê 21 pare top hatin avêtin û leşkerên ku li hespan siwar bûne jî bi wî re heta qesrê hatin.
Serokomar Mukherjee û Serokwezîr Narenda Modî Erdogan pêşwazî kirin û sirûda neteweyî ya Tirkiye û Hindistanê hatin lêdan.
Çapemeniyê wêneyê Serokan û heyeta bi wan re kişand û pişt re Erdogan ji Qesra Serokomariyê çû.
Sererkan Orgeneral Hulusî Akar, Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu, Wezîrê Aboriyê Nîhat Zeybekcî, Wezîrê Vejen û Çavkaniyên Siruştî Berat Albayrak, Wezîrê Çand û Turîzmê Nabî Avci, Wezîrê Gihandin, Ragihandin û Behrewaniyê Ahmet Arslan, Parlamenterê Antalyayê Gokçen Ozdogan Enç, Parlamenterê Kocaeliyê yê MHPyê Saffet Sancakli, Musteşarê MÎTê Hakan Fîdan û Balyozê Tirkiyeyê yê Delhiya Nû Şakir Ozkan Torunlar jî beşdarî merasimê bûn.