Önder Beyter
17 Cotmeh 2018•Rojanekirin: 18 Cotmeh 2018
ÎZMIR
Li Îzmirê Îsmaîl Cem Halavurtê parêzerê keşeyê Amerîkayî Andrew Craig Brunson ku di doza der heqê wî ya ku bi îdiaya li ser navên rêxistinên terorê FETO û PKKyê sûc û sîxurî kiriye hatibû vekirin da 3 sal û mehek û 15 roj cezayê hebsê lê hat birîn, îtirazî biryarê kir.
Di daxwaznameya serîlêdanê ya ku parêzer Halavurt ji Dadgeha Edliyeya Herêmê ya Îzmirê ra şand da vê daxwazê cih girt, "Em dixwazin biryara ku Dadgeha Cezayê Giran a 2yemîn a Îzmirê 12ê Cotmeha 2018an da, bi rêya îstinafê were lêkolîn û betalkirin."
Halavurt îdia kir ku biryar ne li gorî usul û qanûnê ye.
Dozgerê danîşînê jî der heqê biryarê da daxwaznameya maweya mihafezeyê pêşkêş kir.
Brunson di danîşîna 12ê cotmehê da 3 sal û mehek û 15 roj cezayê hebsê xwaribû û herwiha dadgehê şertên kontrola edlî û qedexeya derketina derva yên li ser berşik, rakiribûn û hukmê berdana wî dabû.