15 Sibat 2017•Rojanekirin: 16 Sibat 2017
ANKARA
Serokê Giştî yê Partiya Doza Azad (HUDA PAR) Zekeriya Yapicioglu got: "Guhertin kêm in û têrê nakin, bi hêviya ku ji bona makezagoneke nû û sivîl bibe gavekê, em ê di referandumê da bibêjin 'erê'."
Yapicioglu li Navenda Giştî ya HUDA PARê civîna çapemeniyê li dar xist û li ser referandumê sekinî.
Yapicioglu diyar kir, li gor bernameya partiya wan divê ji binî va makezagoneke nû bê çêkirin û wiha axivî: "Lêbelê dema ku em li şert û mercên siyasî û sosyal yên heyî, ev ne pêkan e ku di demeke kurt da bi hêsanî çêbibe, ev li meydanê ye."
Yapicioglu got ji ber vê yekê ew qîmetê didin guhertinên qismî û ji bo guherîn û veguherînê ew van guhertinan wek eşkerekirina niyetê dibînin û wiha dewam kir:
"Li gor me ji bo guhertinan helwestên neyênî dibe ku bibe sedema dirêjkirina emrê makezagona berê ku piştî derbeyê hat çêkirin. Guhertin kêm in û têrê nakin, bi hêviya ku ji bona makezagoneke nû û sivîl bibe gavekê, em ê di referandumê da bibêjin 'erê'.
"Destûra derbeyê, felsefeya wê ya bingehîn û sazî xwe diparêzin, loma jî tenê guherandina pergalê çareseriyê nayne. Di serî da zagona hilbijartin û partiyên siyasî, divê hin zagonên din jî di demeke kurt da bên guherandin."
Yapicioglu destnîşan kir destûra bingehîn a derbeyê hê jî sedema hemû qeyranan e û wiha got: "Loma jî guherînên qismî çare nînin. Divê ji nû va destûra bingehîn bê çêkirin û ev daxwaza gel e."
Yapicioglu destnîşan kir divê her kes siyanetê nîşanî terciha gel bide û got divê em ji bîr nekin hincetên cuda yên dibêjin 'erê' û 'na' hene.