Haydar Şahin
07 Mijdar 2019•Rojanekirin: 07 Mijdar 2019
Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan got, "Me bi Donald Trumpê Serokê Amerîkayê ra li ser têlefonê axaftineke li ser mijarên herêmî û têkiliyên me yê dualî ya kêrhatî kir."
Serokomar Erdogan li ser hesabê xwe yê Twitterê der barê axaftina bi Trumpê Serokê Amerîkayê ra kir da peyam weşand.
Serokomar Erdogan diyar kir ku li ser mijarên herêmî û têkiliyên dualî axivîn û wiha pê da çû:
"Me axaftineke kêrhatî kir. Me di hevdîtinê da têkoşîna dijî terorê, hedefên bazirganiya di navbera herdu welatan da û gelek mijarên din nirxandin. Bawer dikim ku ziyareta me ya ku di 13ê mijdarê da were kirin bi vê axaftina me ya li ser têlefonê ra ew ê kêrî têkiliyên dualî û mijarên herêmî were."