İSTANBUL
Serokê Giştî yê AK Partiyê û Serokwezîr Davutoglu got: "Li Agriyê duh, terorîstan bi çekan êrîşê leşkerên me kir. Ya rast ev êrîşa ewil nîne, me defikên wiha zehf dîtin. Dozgerê me şehîd kirin, duh jî êrîşê leşkerê me kirin. Ya rast ew bi van êrîşan ne be tenê dozger û leşkerên me; pêşeroja welatê me, pêşeroja ciwanên me ya herî girîng jî bi van êrîşan demokrasiya Tirk û sadoqên me hedef tên girtin."
Serokwezîr Davutoglu: "Demirtaş û avaneya wî li Rojava bi zimanê aştiyê diaxive, lê li hemberî vandalîzm û terora Rojhilat bêdeng dimîne. Heke hûn perçeya defikekê ne, heke hûn projeyeke ku demokrasiya tirkan paşde dixe bin, hûn û piştgirên we bila bizanibin ku AK Partî wê van hemû defikan û projeyan têk bibe. Demokrasiya me bi gavên emîn ve ber bi hilbijartinên 7ê hezîranê ve diçe."
Serokwezîr Davutoglu got: "Hêzên Çekdar ên Tirkan ji bo ku hêza neteweyî ya vê welatê ye, helbet ew ê demokrasiya Dewleta Komarê ya Tirkan û pêşeroja vê welatê biparêze, bila Demirtaş û alîgirên wî baş pê zanibin. Bila baş bê zanîn ku Hêzên Çekdar ên Tirkan, artêşa dewleteke demokratîk e. Ji ber vê yekê îradeya siyasî çi bibêje Hêzên Çekdar ên Tirkan jî mecbûr in ku wê daxwazê bi cih bînin. Hêzên Çekdar ên Tirkan ku yek ji organên demokrasiyê ye, emrên ku tên dayîn bi cih tîne. Îro desthilatdar em in, lê sibê kî bi saya vîna neteweyî bibe desthilatdar, dê Hêzên Çekdar ên Tirkan ji wê re rêz bigre. Lewra milet bêyî şert û merc her dem serdest e."