Serokwezîr Ahmet Davutoglu der heqê îdiayên Hevserokê Giştî yê HDPyê Selahattîn Demirtaş ên der barê êrîşa li Agiriyê de wiha got: "Ez eşkere dibêjim, birêz Demirtaş derew xeberdide û rastiyê dinixûmîne. Tam wextê ku Tirkiye ketiye qonaxa hilbijartinê û herkes amadehiya kampanyaya hilbijartinê dike, mixabin heya ku tu bêjî provokatîf e, lê ev provokasyon bi temamî ji aliyê rêxistina terorê ve hatiye kirin."
Davutoglu, beşdarî bernameya Hefteya Jidayîkbûna Pîroz a Komeleya Meridyenê bû û li vir berî merasima belavkirina xelatan, pirsên rojnamegeran bersivandin.
Davutoglu li ser pirsa rojnamgerekî û bibîrxistina gotinên Demirtaş ku gotibû "Duh li Agiriyê şer û pevçûn tunebû, duh li Agriyê operasyoneke ku berê hemû plan û provayên wê hatibûn amadekirin hat lidarxistin." Davutoglu gotinên Demirtaş wiha nirxand: "Ez eşkere dibêjim, birêz Demirtaş derew xeberdide û rastiyê dinixûmîne. Tam wextê ku Tirkiye ketiye qonaxa hilbijartinê û herkes amadehiya kampanyaya hilbijartinê dike, mixabin heya ku tu bêjî provokatîf e, lê ev provokasyon bi temamî ji aliyê rêxistina terorê ve hatiye."
Davutoglu got ku di 4ê nîsanê de jî li mezraya ser gundê Gungurena Dogubeyazitê xebatekî bi vî rengî hat kirin û wiha axivî: "Hêzên rêxistina terorê yên çekdar, gelê herêmê xistine bin emrê xwe. Propagandayan dikin da ku gelê herêmê rayên xwe bide wan. Çend rojên berê xwestin ku dîsa çalakiyekê bi vî şiklî li Diyadînê li dar bixin. Walîtiya me jî hewl da ku tewdîran hilde û destûrê nede ku bûyerên wisa cardin biqewimin."
-"Dixwazin zordestiya ser gel veşêrin"
Davutoglu got ku Hêzên Çekdar ên Tirkan li hemû herêmên Tikiyeyê ji bo parastina pergala kamuyê hewl didin, dixebitin û ew ê ev hewl û xebat dewam bike û wiha pê ve çû:
"Di vê mijarê de hesab nade tu kesî û mecbûr jî nîne ku hesab bide. Endamên rêxistina terorê qaşo ji bo şaxan biçînin çûne nêzî gundê Tufeka Jorîn. Xwezî ji bo vê bûya ji bo aştiyê bûya û di qadeke aştîyane de şahî bihata kirin û hêzên me yên çekdar jî biçûna tevlî şahiya wan bibûna. Em ê jî biçûna. Heke li wir HDPyê propaganda bikira dê ji bo ewlehiya wê çi hewce dikir bihata kirin û tewdîr bihatana hildan.
Lê heke endamên rêxistinê ji serê çiyê dakevin bên herêmê, li ser gelê herêmê zordestiyê bikin, dê wê çaxê rewş biguhere. Lewra êdî pirsgirêka ewlehiya kamuyê derdikeve holê. Demirtaş bûyeran çewt nîşan dide û dixwaze zordestiya ku li ser gelê herêmê dikin veşêre. Hêzên me yên ewlehiyê, ji bo ber li zordestiya ser gelê herêmê bigre li wir tewdîr hildan. Ev wezîfeya wan e û ew ê li her derî wezîfeya xwe bi cih bînin."
Davutoglu got ku ew ê ji bo hilbijartin di qadeke ewlede bên kirin çi hewce dike bikin û wiha dewam kir: "Bila birêz Demirtaş biryarê bide. Demirtaş li Meydana Kadikoya Stenbolê wek serokê partiyekê legal diaxife, lê li Dogubeyazitê bûyer çêdibin diçe li wir berdevkiya rêxistina terorê dike. Ev li Demirtaş nayê. Divê Demirtaş rêyekê hilbijêre. Gelo Demirtaş serokê meşrû ê partiyeke siyasî ye an berdevk û parêzerê rêxistina terorê ye? Roj roja ku hemû kes fikr û ramanên xwe eşkere bikin e."
-"Bila kes xwe wekî çûkên aştiyê nîşan nede"
Serokwezîr got: "Guleya ewil hêzên me yên çekdar bernedaye. Hêzên terorê hatin qada ku qaşo lê şax bên çandin û şahî bê kirin. Hêzên ewlehiyê jî li hemberî vê tewdîr hildan. Lê pêşî rêxistina terorê êrîş kir. Hêzên me yên ewlehiyê jî bertek nîşanî wan de. Bila kes xwe wek çûkên aştiyê nîşan nede, rol neke. Ji aliyekê ve xwe wek serokê partiyekê aştîxwaz nîşan didin ji aliyê din ve berdevkiya hêzên terorê dikin."
Davutoglu got ku wî eskerên birîndar ziyaret kir û wiha dewam kir: "Şahidên zindî yên bûyerê hene. Pêdiviya me bi derewên Demirtaş tune ye."