Wezîrê Karên Derve Mevlut Çavuşoglu di ziyareta xwe ya fermî ya li Mogolistanê de daxuyanî da rojnamevanan û der barê mijarên rojevî de axivî.
Çavuşoglu daxuyand ku ew dixwazin ku li Tirkiyeyê hilbijartin di nav rewşeke aram de derbas bibe û wiha axivî: "Beriya vê dozgerekî me hat şehîdkirin. Beriya hilbijartinê jî li gor min hewl tê dayîn ku pevçûn çêbibin. Lê em dixwazin ku li Tirkiyeyê hilbijartin di nav rewşeke aram û îstiqrarê de, bi awayekî demokratîk û zelal çêbibe. Gelê Rojhilat û Başûrê Rojhilatê divê di bin tundiyê de neçe hilbijartinê, lê em dibînin ku hewldayînên nebaş hene. Xebat tên kirin ku welatiyên me yên li wir dijîn di bin zordestiyê de bin."
Çavuşoglu der barê pevçûna li Agiriyê de axivî û wiha got: "Hêzên Çekdar ên Tirk, hêzên me yên ewlekariyê xwedî hêzê ne ku li dijî hemû êrîşan welat û gelê me biparêzin. Heke nêta me ya baş suîstimal bikin em ê berdêla wê bidin. Ew ê li hember xwe Hêzên Çekdar ên Tirk û hêzên ewlekariyê bibînin. Înşallah careke din êrîşeke wiha çênebe û hilbijartin di nav aramiyê de derbas bibe."
Wezîr Çavuşoglu got ku pêvajoya çareseriyê dewam dike û wiha dewam kir: "Heta îro Serokomarê me, Serokwezîrê me û hemû hevalên me bi dilsozî dixebitin. Divê mirov vê bibîne û vê sûîstimal neke. Heke her kes bi dilsozî tevbigere em ê bigîhîjin çareseriyê."
Wezîrê Karên Derve Mevlut Çavuşoglu dê sibê bi Serokomarê Mogolistanê Tsakhîagîîn Elbegdorj, Serokwezîr Norovîîn Altanhuyag, Wezîrê Krên Derve û Wezîrê Bazirganiyê Luvsanvandan Bold re hevdîtinê bike.