Önder Beyter
24 Hezîran 2018•Rojanekirin: 24 Hezîran 2018
ANKARA
Li gorî encamên ne fermî yên ku Ajansa Anadoluyê (AA) bi dest xistin, Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di Hilbijartina Parlamenteriyê ya Heyama 27emîn da ji benda ji sedî 10ê bihurî.
Li gorî encamên ne pesendkirî, li tevahiya Tirkiyeyê ji sedî 70yê sindoqan hatin vekirin û ray hatin jimartin. Li gorî vê, HDP ji bendê debas bû û 3.369 hezar deng wergirtin.
Li gorî encamên sindoqên ku heta niha hatine vekirin, HDP 63 parlamenteran dişîne Meclisê.