ANKARA
Wezîrê Karên Derve Ahmet Davutoglu der barê rûdanên dawî yên li Suriyê diqewimin de axivî û bangî Neteweyên Yekbûyî kir ku peywira xwe bîne bi cî. Davutoglu diyar kir ku qeyrana li Suriyê û bûyerên li sinor tesîrê Tirkiyê dikin û wiha got: "Heke Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) dê perwira xwe bi lez bîne cih, wextê wê ev gav e."
Davutoglu, li Konyayê beşdarî fitara burokratên Konyayî bû û der barê bûyerên li navçeya Ceylanpinara Şanliurfayê de wiha axivî:
"Bûyeran nîşan da ku qeyrana li Suriyê dikare çiqasî tesîrê li welatiyên me bike. Em careke din bangî civaka navneteweyî dikin. Heke Konseya Ewlehiyê ya NYê dê peywira xwe bi lez bîne cih, wextê wê ev gav e. Divê ji zû ve ji bo pêşîlêgirtina vê komkujiyê, gav bihata avêtin. Heke ev gav neyê avêtin dê qîmeta gelek misyonên navneteweyî, nemîne. "
Wezîr Davutoglu, der barê pêvajoya çareseriyê de jî axivî û got ku ev 30 sal in welatê me amadehiya Remezan û havîneke biaramî dike. Ev 30 sal in ku dixwazin lingê welatê me têxin qeydê. Pêvajoya çareseriyê tê vê wateyê ku ew qeyd, şikestiye.
Davutoglu, der heqê bûyerên Parka Geziyê de wiha got: "Medyaya navneteweyeyî, bi kampanyayekê xwest ku welatê me bixin turbulansê. Ev 10 sal in ku welatê me him di warê sîyasetê de him di warê aboriyê de gelekî pêşveçû. Medyaya navneteweyeyî, xwest ku welatê me tevlihev nîşan bide û vîzyona welêt bi awayekî têkçûyî nîşan bide."
Davutoglu, der heqê Misrê de jî got ku dê helwesta Tirkiyeyê ya li hemberî gelê Misrê bidome û em bi tenê li cem kes û saziyên ku hatine hilbijartin in.