18 Nîsan 2017•Rojanekirin: 18 Nîsan 2017
ANKARA
Wezîrê Karên Derva yê Îranê Cewad Zerîf bi têlefonê li Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu geriya û ji bo ku di referanduma guherandina qanûna bingehîn da "erê" derket ew pîroz kir.
Li gor agahiyên ku ji çavkaniyên dîplomatîk hatin sitandin, Zerîf têlefonî Wezîr Çavuşoglu kir.
Duh jî Wezîrê Karên Derva yê Qeterê Şêx Mihemed bin Evdirehman al Sanî, Alîkarê Serokwezîr û Wezîrê Karên Derva yê Makedaonyayê Nîkola Popskî, Wezîrê Karên Derva yê Erebistana Siûdî Adil el-Cubeyîr, Wezîrê Karên Derva yê Sûdanê Îbrahîm Gandur û Wezîra Karên Derva yê Kenyayê Amîna Mihemed li Wezîr Çavuşoglu geriyabûn û ew pîroz kiribûn.