Alîkarê Serokwezîr Yalçin Akdogan got: "Heke HDP bendê derbas bibe, AK Partî hinek ji hêza xwe winda bike, dê li Tirkiyeyê kaos çêbe û hikûmet neyê damezrandin. Armanca wan jî ev e, dibêjin bila alozî çêbe û em serxwebûna xwe îlan bikin, kanton îlan bikin."
Akdogan li Beypazariyê beşdarî vebûna komî bû li vir axivî. Akdogan got ku 55 sal berê, îro midaxaleyî desthilatdariya ku gel hilbijartibû kirin û di 27ê gulanê de serokwezîrê ku gel hilbijartibû îdam kirin.
Akdogan got ku midaxaleya 27ê gulanê derbeya herî mezin bû û diyar kir ku 10 salan carekê li Tirkiyeyê derbe çêdibin.
Akdogan got ku hin aliyên ku dixwazin zêhniyeta derbeker dewam bike û wiha axivî: "Niha jî wekî ku hûn jî zanin xwe bi tenê HDPya ku dûva rêxistina terorê ye ve girêdan. Jixwe hûn zanin ev HDP çi ye. Em jî ji bo ji belaya terorê xilasbibin, me bi wan re hin hevdîtin kirin. Lê ew li ser soza xwe nesekinîn. Çep lêxistin rast vegerandin. Niha li pey şopa rêxistina parelel ku dijminê pêvajoya çareseriyê ye diçin. Hemû alî jî dizanin ku ew çi ne."
Akdogan got ku ew kesên ku ji bo HDP bendê derbas bibe alîkarî didin dixwazin hêza Tirkiyeyê jî bişikînin û wiha qise kir: "Heke HDP bendê derbas bibe, AK Partî hinek ji hêza xwe winda bike, dê li Tirkiyeyê kaos çêbe û hikûmet neyê damezrandin. Armanca wan jî ev e, dibêjin bila alozî çêbe û em serxwebûna xwe îlan bikin, kantona îlan bikin. Gelo ji AK Partiyê nebe dê kî pêvajoyê birêve bibe? HDP nikare bibe desthilatdar. MHP jî bi pêvoyê re alaqeder nabe. Ma kî ma ku bike? Yanî ev proje di heman demê de sabotekirina pêvajoya çareseriyê ye."
Alîkarê Serokwezîr Akdogan got ku rêxistina parelel ji bo AK Partiyê têk bibe bi rêxistina cudaker re hatiye bal hev û wiha axivî: "Li rojhilat KCK li rojava rêxistina parelel hebû. Van her du rêxistina li ser tu mijarekê jî li hev nedikir. Ji aliyek ve KCKyê hewl dida ku li herêmê xurt bibe û ji aliyê din ve rêxistina parelel ji bo damezrandina rêxistineke hewl dida. Niha jî her du aliyan li ser 'avakirina otorîteyekê alternatîf' li hev kir."