Babacan der barê mafên demokratîk û azadiyân de got ku Tirkiye di van mijaran de pêş ve diçe. Babacan, pakêta demokratîkbûnê ya ku di heyamên dawiyê de hat diyarkirin nişan da û wiha dewam kir: "Di warê mafên hiqûqî de pêşketin bidome. Armanca me ew e ku Tirkiye demokrasiya herî baş bi dest bixe. Lê belê ev di şevekî de çênabe.
Her wiha Babacan der barê rojnamevanên girtî de jî wiha axivî: "Ji ber ku ev mijar ji min gelekî tê pirsîn, min li zabitnameyên mehkemeyê nihêrî. Tu kes ji ber karê dike nehatiye girtin. Ji ber ku endamên rêxistinên îllegal in hatine girtin. Ji ber ku rojnamevan in mafê wan tuneye ku sûca bikin.
Alîkarê Serokwezîr Alî Babacan der barê serbestiya zimanê kurdî de got ku hikumet çi kete ser milê wê kir, nasmame û zimanê kurd jî tê de hemû terîfên etnîkî tên parastin.