DIYARBAKIR
Li Diyarbekirê "xwendingeh"a dihat gotin ku wê tê de perwerde bi kurdî bihata dayîn, bi hinceta ku bê destûr e hat mohrkirin.
Li navçeya Baglarê wezîfedarên dewletê çûn Mala Desteka Perwerdeyê ya Ferzad Kemangerê û bina mohr kirin û quflika reş li deriyê binayê da.
Waliyê Diyarbekirê Mustafa Cahît daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir, "xwendingeh"a dihat îdiakirin ku wê tê de perwerde bi kurdî bihata dayîn, ji bo perwerdeyê destûr nestend.
Kiraç got ku bina qaçax e û wiha dewam kir: "Ji bo vê mijarê daxwazeke wan tuneye. Ji bo vekirina xwendingehê divê ji Wezareta Perwerdeya Neteweyî destûrê bistînin. Lêbelê destûreke wiha nehat stendin. Ji ber ku bê destûr e avahî hat mohrkirin."
Di nivîsa hinceta mohrkirinê ya Mala Desteka Perwerdeyê ya Ferzad Kemangerê de wiha hat gotin:
"Li gor telîmata Walîtiya Diyarbekirê deriyê Mala Desteka Perwerdeyê ya Ferzad Kemangerê ya li ser sikaka 566an ya taxa Şêx Şamilê li gor isûlê hat girtin. Avahî hat mohrkirin û feliyetên wê hatin bidawîkirin."
Serokbajara Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Zubeyde Zumrutê daxuyanî da û got ku heta mohr neyê rakirin, ew ê li ber Mala Desteka Perwerdeyê ya Ferzad Kemangerê çalakiya rûniştinê bikin.